ÎranNûçeRojhilatanavin

Ehmed Xatemî: ”Me nehîşt Îsraîla duyem were avakirin”

Waîzê Îranê Ehmed Xatemî di xitbeya xwe ya nimêja Înê ya li Tehranê de ji bo xwepêşandanên li Îranê got: “Tiştên diqewimin ji ber kînên Amerîkayê ye. Di civaka navdewletî de Amerîka berdewam hatiye şikestin.”

Xatemî parast ku Amerîkayê bi xwe DAIŞ dirust kiriye û got, “Ji bo izgarkirina Mûsilê demeke ji 10 salan heta 30 salan pêwîst bû, lê Îranê di heşt mehan de DAIŞ li Mûsilê tune kir.”

Waîzê îranî di berdewamiya xitbeya xwe de behsa referandûma 25ê Îlona 2017an kir û wisa berdewam kir: “Dixwestin Îsraîleke nû ava bikin, lê hêza Îranê nehişt Îsraîla duyem were avakirin.”

Ehmed Xatemî herwisa Hewlêr tometbar kir û îdia kir ku niha tê xwestin di çekan di ser Hîrat û Hewlêrê re derbasî Îranê bikin û got, “Erebistana Siûdî pereyan dide û plan jî li Amerîkayê hatiye amadekirin.”

Xatemî li gel vê yekê anî ziman ku Amerîka ji bo Iraqê di destê xwe de bihêle gelek pereyan terxan dike, lê ew plan nebû û got, li Sûriyeyê jî wê nikaribe wê planê bi ser bixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu