AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Ehrar El-‪Şam‬ piştrast kir: Leşkerên ‪tirk‬iye 11 penaberên ‪Sûriyeyê‬ kuştine

Rêxistina cîhadîst ya Sûriyeyê Ehrar El-Şamê, piştrast kir ku leşkerên Tirkiyeyê 11 penaberên Sûriyeyê li ser sînor kuştine. E daxuyanî piştî ku Artêşa Tirkiyeyê û Wezareta Derve ragihandibû ku îdiaya Navenda Çavdêriya Mafên mirovan derbarê bûyerê de derew e.

Hat ragihandin ku rêxistina Ehrar El-Şamê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û tê de ragihandiye ku roja 18ê Hezîranê 11 kes ku pirraniya wan ji heman malbatê bûn, li ser sînorî ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu