IraqNûçeRojhilatanavin

Ekrem el Kabî: Hetanî Îsraîl têk neçe em nasekinin

Sekreterê Giştî yê Hereketa Nuceba Ekrem el Kabî di axaftina xwe ya salvegera fermandarê Hizbullahê Îmad Muxniyê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin de got: “Hereketa Nuceba ligel Hizbullahê ye. Hetanî Îsraîl têk neçe, Quds neyê rizgarkirin nasekinin û li her noqteyê em ê li dijî rejima siyonîst derkevin.”

Ekrem el Kabî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em ligel Hizbullahê ne. Em ê li hemû noqteyan li dijî Îsraîlê derkevin. Hetanî tehdîd ji holê ranebin, Quds rizgar nebe û Îsraîl têk neçe em nasekinin. Bi artêşa Sûriye û leşkerên berxwedêr re li her eniyê mil bi mil em ê li dijî dagirkeran şer bikin.”

El Kabî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo xistina balafira Îsraîlê ku ji aliyê Şamê ve hat xistin de got: “Artêşa Sûriyeyê hêz û desthilatiya xwe li hemberî dagirkeran îspat kir.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu