Sekreterê Giştî yê Hereketa Nuceba Ekrem el Kabî di axaftina xwe ya salvegera fermandarê Hizbullahê Îmad Muxniyê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin de got: “Hereketa Nuceba ligel Hizbullahê ye. Hetanî Îsraîl têk neçe, Quds neyê rizgarkirin nasekinin û li her noqteyê em ê li dijî rejima siyonîst derkevin.”
Ekrem el Kabî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em ligel Hizbullahê ne. Em ê li hemû noqteyan li dijî Îsraîlê derkevin. Hetanî tehdîd ji holê ranebin, Quds rizgar nebe û Îsraîl têk neçe em nasekinin. Bi artêşa Sûriye û leşkerên berxwedêr re li her eniyê mil bi mil em ê li dijî dagirkeran şer bikin.”
El Kabî di dirêjiya axaftina xwe de ji bo xistina balafira Îsraîlê ku ji aliyê Şamê ve hat xistin de got: “Artêşa Sûriyeyê hêz û desthilatiya xwe li hemberî dagirkeran îspat kir.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)