El-Amêrî: Em hêvî dikin Mûsil nebe Heleba dudiyan

Hadî Amêrî serokê Rêxistina Bedr a Iraqê û yek ji rêberên Heşdi Şeibî li navça El-Rezqayê li başûrê Mûsilê got: Em dilgiran in Mûsil bibe Heleb lê em hêvî dikin ev yeka neqiwime.
Wî got:Heşdi Şeibî îmkana çûyîna bo Sûriyê jibo rawestana li ber DAIŞ`ê dûr nizane. Ger ji vê hêzê bê xwestin ew hêz dê herin Sûriyê. Em ser vê bawerê ne ku ger li Sûriyê, DAIŞ`ê ji holê ranekin ew dê piştre bibe weke gef û talûkeyeke rastîn li dijî Iraqê.
Hêzên Heşdi Şeibî vê dawiyê tevlî hêzên din li parêzgeha Neynewayê bûne da ku jibo qutkirina gihandina alîkariyê bo DAIŞ`ê navbera Mûsil û Reqê hewl bidin. Artêşa Iraqê roja duşemiyê qonaxa dawiyê ya operasyona Mûsilê bi êrişa ser vî bajarî ji mêhwerên curbicur destpê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)