IraqNûçeRojhilatanavin

El-Amêrî: Heşdî Şebî derbasî nav bajarê Mûsilê nabe

Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê û ji fermandên pilebilind ê Heşdî Şebî ya Iraqê got: Hêzên Heşdî Şebî derbasî nav bajarê Mûsilê nabin.

  li gorî rapora IRIB Newsê, Hadî El-Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar li Necefa Eşrefê bi beşdariya Muqteda Sedr serrokê tevgera Sedrê  got: Tenê hêzên artêşê û polîsê Iraqê dê derbasî nav bajêr bibin û li bara vê mijarê li hev kirine.

Hadî El-Amêrî sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê destnîşan kir: Ne Heşdî Şebîî û ne hêzên pêşmergê kurd û ne hêzên hevalbendiya emerîkî nikarin derbasî nav bajêr bibin û piştgiriya hevalbendiyê tenê ji riya hewayî ye.

Operasyona  berfireh a azadkirina  bajarê Mûsilê ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji siba roja  duşemiyê ve destpê bûye  û hêzên hevpar ên iraqî li vê operasyonê beşdar bûne.

Bajarê Mûsilê navenda  parêzgeha Neynewayê ji Hezîrana  sala 2014-an  di bin kontrola DAIŞê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu