Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bi raghandina agirbesê ji hevalbendiya destdirêjkir a siûdî xwest ku şêr rawestîne û teqez kir: Bila Erebistanê derfeta agirbesê bi kar bîne.
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê Muhemed El-Bexîtî got: Piştî ku qawet û hêza eskerî ya Yemenê ji hemî cîhanê re hat selmandin û gelek xisaret li destdirêjkiran ket, niha Yemen ji destdirêjkiran dixweze ku şêr rawestînin û agirbesê cih bînin.
Wî bal kişand ser vê yekê ku rawestandina şêr dê ser qezanca giştan be û heta zêde ji Yemenê dê ser qezanca Erebistana siûdî be û teqez kir: Ger Erebistan bersiveka guncav nede hewla Yemenê ya agirbesê û bixweze dewamê bide destdirêjiya xwe, wê demê dê biryareke din bide.
Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê Mehdî El-Moşat, jî raghand: Yemen li bendê ye Erebistan jî hema vê kiryarê derheq rawestandina hemî şiklên êrişa hewayî û bejahiyê bike.
Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê teqez kir: Ger Erebistan destdirêjiya xwe bidomîne,Yemen jî mafê xwe dizane bersiva wan bide.