El-Ebadî: Terorîzm berbenda ser riya cihanîna reforman li Iraqê ye
Serokwezîrê Iraqê, li civîna enerjiyê ya Iraqê li Bexdayê got: Şerê li hemebr terorîzmê li du salên buhurî, derfeta cihanîna reformên berfireh ji dewletê istandiye.
Li gorî Malpera Sahar TV ji zarê rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna du rojî ya enerjiyê li Bexdayê ku têde Muhemed Barkîndo sekreterê giştî yê OPEC`ê jî beşdar bibû bal kişand ser gendeliya îdarî û brokrasiya li Iraqê û got: Zirar û ziyana îdarî û aborî kêmtir ji zirara terorîzmê nîne.
El-Ebadî rola Iraqê li OPEC`ê, bingehîn û kêrhatî da zanîn û got: Iraq ser hemî bernemyên xebitandina sermayê ku hilêxistine , disekine.
Serokwezîrê Iraqê, çavkaniyên xwezayî yên nift û gazê weke serwetên neteweyî yên Iraqê da zanîn û got: Mixabin piraniya heyîtî û serwetên hanê ji ber şêr û qeyranên aborî û niha ji ber şerê li hember terorîzmê ji nav çûne.
Li gorî gotina El-Ebadî, derhatên Iraqê pêka 2013`an ji ber daketina cîhanî ya buhaya niftê, sedî 30 kêm bû.
Civîna enerjiyê ya Iraqê li sala 2017`an bi armanca hilkolandina pêşeroja aborî ya Iraqê û prespektîva pêşeya niftê ya vî welatî hatiye lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)