IraqNûçeRojhilatanavin

El-Ebadî: Tirkiyê tu riyek xêncî derketina ji Iraqê tine

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Bexdayê ragihand ku taxima Tirkiyê ku sefera Bexdayê kiribû hin pêşniyar raber kirin, lê ev pêşniyar ne li gor  xwesteka Iraqê bûn.

Serokwezîrê Iraqê cardinê tekez kir: Mudaxila Tirkiyê li karûbarên navxweyî yên Iraqê meseleyeke bi talûke ye û hebûna eskerên tirk li Iraqê nayê qebûlkirin.

Taximek ji Tirkiyê bi sergêriya alîkarê wezîrê karên derve yê vî welatî li dem û gava zêdebûna nakokî û pirsgirêkên siyasî  ya Iraqê roja duşemiyê gihêşt Bexdayê.

Serokwezîrê Iraqê her wiha li bara  daxwaza xelkê vî welatî jibo beşdariya li şerê li hemberî DAIŞ`ê got: Her welatiyek iraqî dikare di bin ala Iraqê jibo azadkirina  welatê xwe şêr bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu