BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Welatîbûna melayê derecebilind ê behrêynî hat betalkirin

Rêjîma Alê Xelîfê mafê welatîbûnê yê melayê derecebilimnd ê behrêynî betal kir.

Li gorî rapora roja duşemiyê, 20`ê hezîrana 2016`an, a kanala têlêvîziyoniya Meyadînê, li dewama binpêkirna mafên mirovan li Behrêynê, rêjîma Alê Xelîfê mafê welatîbûnê yê alimê nasyar ê şîe li vî welatî, şêx Îsa Ehmed Qasim betal kir.

Rêjîma Alê Xelîfê ji bo tepeserkirina nerazîtiyên biaştî yên gelê Behrêynê, siyaseta tirsandin, mihakime û zindanîkirina çalakên medenî û siyasî bi saya çêkirina dosyeyan û hilêxistina tawanên bêbingeh li dijî wan xistiye rojeva xwe û mafê welatîbûnê ji hejmarek ji behrêyniyan istandiye.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an va bûye qada serhildana gelanî li dijî rêjîma Alê Xelîfê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu