IraqNûçeRojhilatanavin

El Hedîsî: Pêşmerge nikarin li bara derketina DAIŞ`ê ji Mûsilê biryarê bidin

Berdevkê dewleta Iraqê li gotûbêja xwe bi kanala nûçeyan a El Meyadînê re li bara ragihandina planekê ji aliyê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê derxistina endamên DAIŞ`ê ji Mûsilê û şandina wan bo Sûriyê got: Pêvajoya şerrê li Mûsilê, fermandariya gişt hêzên çekdar û fermandarê operasyona hevpoar kivş dike.

Li gorî rapora Tesnîmê, Sed El Hedîsî, got: Biryara li bara şerrê dijî DAIŞ`ê, biryareka leşkerî ye û nabe ku aliyên siyasî xwe têkilî wê bikin.

Berdevkê dewleta Iraqê got ku Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe va ev gotin gotiye ji ber ku biryarên leşkerî nihênî ne û ev bioryar nayên ragihandin û Pêşmerge nikare li ser derketina DAIŞ`ê ji Mûsilê biryarê bide.

Hedîsî destnîşan kir ku Mûsil ji sînorên Sûriyê pirr dûr e û derketina endamên DAIŞ`ê ber bi van sînoran, nêçîrkirina wan hêsantir dike, ji ber ku balafirên cengî yên iraqî û hêzên leşkerî li navçê ne û nêçîrkirina endamên DAIŞ`ê di van navçeyan û derveyî bajaran de ji ber dûrbûna wan ji sivîlan, hêsantir e.

Wî herwiha got: Li gorî hevhatina di navbera hêzên polîsê fedral û artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge, biryardayîna li ser pêvajoya leşkerî û plandarêştina di vî warî de li ser milê qumandetiya gişt hêzên çekdar û qumandê operasyona hevpar a li Bexdayê ye û tu kesekî din nikare di vî warî de biryarê bide.

Berdevkê Herêma Kurdistana Iraqê vê dawiyê behsa planekê kirbû ku li gorî wê terorîstên DAIŞ`ê re îzn dihat dayîn ku bi riya derbasgehekê va ji Mûsilê herin Sûriyê.

eva li halekê ye ku di mideha van rojên buhurî de, hêzên gelanî yên Iraqê, ragihandine ku eger pêwîst be wê jibo şopandina endamên DAIŞ`ê herin nava Sûriyê jî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu