NûçeRojhilatanavinSûriye

El Hûsî: Êrişa ser Sûriyê binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî ye

Serokê Komîteya Bilind a Înqilaba Yemenê, bi şermezarkirina êrişên mûşekî yên sê welatên Amerîka, Îngilistan û Fransayê ser Sûriyê, ew êrişa binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî da zanîn.

Li gorî rapora roja şemiyê ya Al Mayadine, Mihemed Elî El Hûsî, serokê Komîteya Bilind a Înquilaba Yemenê, got: Pêbendnebûna Amerîkayê li qanûnên navneteweyî û rêznegirtina hakimiyeta welatan, bûye taybetmendiya berbiçav a Amerîkayê ku gelê Yemenê jî ji ber wê aciz in.

Wezareta karên derve ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li Senayê jî êrişên mûşekî yên sê welatên rojavayî ser Sûriyê şermezar kir û ew neqanûnî da zanîn.

Amerîka li gel Ingilistan û Fransayê, sibeha roja şemiyê (îro), Şam û Humsê dane ber êrişên leşkerî. Ev welatên rojavayî, di van rojên dawiyê de îdia kirine ku li bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilatê Şamê çekên kîmyayî hatine bikaranîn û her bi vê mihaneyê êrişî ser Sûriyê kirine.

Başa dön tuşu