NûçeFilistînRojhilatanavinYemen

El Hûsî: Hejmara şehîdên Xezeyê ji bo cîhana şaristanî şerm e

Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axaftina xwe ya şeva pêncşemê da got ku hejmara şehîd û birîndaran li Xezeyê ji bo cîhana ku îdiaya medeniyetê dike şerm e.

Êvara Pêncşemê Seyîd Ebdulmelîk Bedreddîn El Hûsî diyar kir ku Amerîka bi hezaran ton bombe ji bo kuştina xelkê Xezayê pêşkêş kir û got.

“Alîkariyên piçûk ên ku bi balafiran ji gelê Xezayê re tê şandin, xwenîşandanek Amerîkî ye ku rûmeta miletê Filistînê xera dike.”

Sekreterê Giştî yê Ensarullahê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Amerîka û Rejîma Israîlî bi rastî tawana sedsalê kirine û bi tenê hiştina gelê Filistînê ji aliyê misilmanan bi taybetî welatên erebî bûye sedema tawana sedsalê. “Amerîka bi nehiştina şer û israra li ser berdewamiya dorpêçê, bû sedem ku tawanên Rejîma Îsraîlê berdewam bin.”

Sekreterê Giştî yê Ensarullahê bal kişand ser vê yekê ku ji destpêka şerê tofana El-Eqsayê heta niha 73 keştiyên şer ji aliyê hêzên çekdar ên Yemenê ve hatine hedefgirtin û wiha got: “Me di operasyonên xwe yên ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê de 34 şehîd dan. “

El Hûsî bal kişand ser wê yekê ku operasyonên hêzên çekdar ên Yemenê dê bi xurtî berdewam bikin û wiha got: “Di vê hefteyê de me 12 keştî di operasyonên xwe yên piştgiriyê yên ji bo gelê Filistînê û Gazzeyê kirin hedef.”

Başa dön tuşu