AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye
El Meyadîn: Tirkiye her meh 30 penaberên sûriyeyî dikuje

Televîzyona El Meyadîn a Libnanê di nûçeya xwe de îdîa kir ku li sînorê Idlib ê Sûriyeyê her meh 30 penaberên sûriyeyî bi çekên leşkerên tirk têne kuştin.
Li gorî nûçeya televîzyona El Meyadîn a Libnanê ku dispêrê çavkaniyên qeydiyên herêmî yên nexweşxaneyên Idlibê, di 4 mehên dawî de 120 kes bi çekên leşkerên tirk hatin kuştin.
Di nûçeyê de tê gotin ku dema ev însan ji ber şer û pevçûnan direviyan li sînorê Tirkiyeyê rastî êrişa çekdarî ya leşkerên tirk û hinek ji wan jî dema di nava zeviyên xwe de dixebitin dibin hedefa nîşangirên tirk. (BANGÊ ÎSLÂMİ)