CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

El-Mûsewî: Amerîka û Îsraîl bi başî dizanin ku ger şer destpê bike, nikarin wê bi dawî bînin

Nûnerê Hevalbendiya El-Fethê ya Iraqê, Amerîka û Îsraîl hişyar kirin û ragihand ku bersiva her gef û tehdîdeke wan û desdirêjiya wan li dij çeperên hêzên Berxwedanê û Heşda Şebî vebir û bi taluke ye.

Wezîrê Cengê yê Rejîma Îsraîlê Avigdor Lieberman rojên vê dawiyê gef li hêzên berxwedanê yên li Iraqê xwaribû ku wê Îsraîl êrişî ser wan bike.

Li gor nûçeya Fars Newsê nûnerê Hevalbendiya El-Fethê, Întisar el-Mûsewî duh li gotûbêja bi nûçegihanê El-Melûme re got:  Amerîka û Îsraîl bi saxvekirina terorîzma ku bi destê hêzên berxwedana Îslamî û Heşda Şebî têkçûye, car din dagîrkeriyê bide despêkirin.

El-Mûsewî desnîşan kir: Amerîka û Îsraîl bi başî dizanin ku heke şêr bidin despêkirin, nikarin wê bi dawî bînin û agirê wê bitemirînin.

Bi têkçûna DAIŞê li Iraqê li Kanûna 2017 xelk, partî, kesayetî û medyaya Iraqê xwestin ku bila hêzên amerîkî terka welatê wan bidin.

Başa dön tuşu