IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

El-Nusra: Tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji me re hatin

Siyasetmedarê alman ê navdar Jurgen Todenhofer hevpeyvînek bi fermandarekî “El-Nusra”yê bi navê Ebû El-Iz re pêk anî ku tê de wî fermdandarî teqez kir ku tank ji Lîbyayê di rêya Tirkiyeyê re ji wan re hatin.

Navenda Nûçeyan —Rojanmeyeke almanî hevpeyvîna fermandarê El-Nusrayê yê bi navê Ebû El-Iz weşand ku tê de wiha diaxive: “Berjewndiyên Îsraîl û El-Nusrayê gihiştin hev. Îsraîlê piştgirî da El-Nusrayê ji ber ku Îsraîl neyara Sûriye û Hizbullahê ye.” Herwiha fermandarê El-Nusrayê teqez kir ku gelek rêxistinên wek “Fetih El-Şam, Ceyş El-Islam û Ehrar El Şam” hene ku ew bi xwe girêdayî  El-Nusrayê ne û wiha pê de çû: Gelek yekîneyên bi navên cuda hene lê di dawiyê de gişt digihêjin El-Nusrayê”.

Fermandarê El-Nusrayê teqez kir ku tank ji wan re ji Lîbyayê di ser Tirkiyeyê re hatin û wiha dewam kir: “Serleşkerên tirk, siûdî, qeterî, amerîkî û îsraîlî alîkariya me kir û şêwirmendî da me.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu