FilistînNûçeRojhilatanavin

El-Qesam: Mûşekên Berxwedana Filistînî ji Gumbêza Hesinî derbes bûn

Berdevkê Yekîneyên El-Qesam baskê leşkerî yê Hemasê duh got: Mûşekên Berxwedana Filistînî bi serkevtin û hêsanî ji Gumbêza Hesinî ya Rejîma Îsraîlê derbes bûn.

LI gor nûçeya malpera Filistîn el-Yewm, Berdevkê Yekîneyên El-Qesam baskê leşkerî yê Hemasê, Ebûubeyde got: Mûşekên zav ku berxwedanê li dij Rejîma Siyonîstî bikar anîn û qaweta wan a xirabkariya zav bû sedem ku xisarên giran û wêranker li rejîma Siyonîstî û bargehên wê kevin.

Berdevkê El-Qesamê got: Taktîka bikaranîna bi dehan mûşek bi hev re bû sedem ku Gumbeza Hesinî ya rejîma Siyonîstî nikare wan ji nav bibe û vê yekê hesabên wê tevlî hev kir.

Dewra nû ya şer û pevçûna navbera Rejîma Îsraîlê û Berxwedana Filistînê ji roja şemiya borî bi êrişa helîkopterên vê rejîmê ser malên filistîniyan li Xezayê despê bû û filistîniyan bi dehan mûşek bersiva wê rejîma da.

Başa dön tuşu