ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Zerîf û Mogêrînîyê li Têhranê

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê li Têhranê tev wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Xanima Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê îro sibê li Têhranê tev Muhemmedcwad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê hevdîtin pêk anî û du aliyan li ser meselên dualî, alûgorên navçê û babetên girîng ên rojeva cîhanê bi hevra axivîn.

Qirar e li vê seferê xanima Fêdêrîka Mogêrînî tev Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê jî hevdîtinê pêk bîne.

Berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa qirar e piştî hevdîtina tev Hesen Ruhanî carek din tev Zerîf bicive.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê jî ragihand ku naveroka gotûbêjên xanima Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpayê û Muhemmedcwad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li bara hevkariyên dualî û alûgorên Sûriyê ye.

Fêdêrîka Mogêrînîyê li halekê seredana Têhranê kiriye ku hefta bihurî parlemana Ewrûpayê belgeya isteratêjiya peywendiyên navbera Îranê û Yeketiya Ewrûpayê pejirand.

Qirar e ku dewra dudyan a gotûbêjên di navbera Îranê û Yeketiya Ewrûpayê, di Mijdara 2016`an li Birûksilê birê keve û li vê civînê Mecîd Textrewançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û xanima Hêlga Şmît alîkara Mogêrînîyê  pişkdar dibin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu