ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Elaedîn  Brucerdî: Pirsgirêka  navbera Îran û Erebistanê, pirsgirêka  şîe û sunne nîne

Elaedîn  Brucerdî, jînosayda li Yemenê û zilma çend salî li gelê Behreynê şermezar kir û got: Şerên ku ser navçê hatin sepandin, şerên bi wekaletê ne û emerîkî piştî işkesta li Iraqê û ji bo girtina pêşiya  kuştina eskerên xwe ser navçê de disepînin.

Serokê Komsîyona  Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Emerîka li cîhanê bûye  pirsgirêkeke ewlehiyê ji ber ku  li her devereke  bi krîz di cîhanê de, dema  însiyatîveke  xweriste ji bo aşitiya mayînde pêk tê, cimaet hêrs dibe.

Birucerdî bal kişand ser vê yekê ku  Emerîka tenê zimanê zorê fehm dike û destnîşan kir: Îranê siyasetên  serokkomarê Rûsiyê li hember gotinên pûç ên dewleta  Emerîkayê dipesnîne ji ber ku  ev siyaseta  li Komara Îslamî ya Îranê jî tê şopandin.

Serokê Komsîyona  Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku  pirsgirêka  navbera Îran û Erebistanê, pirsgirêka  şîe û sunne nîne û destnîşan kir: Îranê bi caran raghandiye ku ji bo gotûbêja  bi Erebistanê re jibo çareserkirina  pirsgirêkan  li navçeyê amade ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu