ÎranNûçeRojhilatanavin

Elaedîn Burucerdî: Welatên rojavayî li hember mafên mirovan siyaseteke durû hene

Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, çawaniya reftara Emerîkayê û welatên ewrûpî bi dosiya kuştina Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Alê Siûd re û sersariya li hember kuştina bi hezaran kesan li Yemenê ji aliyê Rejîma Siûdî wek paradokseke bi xof da zanîn.

 Elaedîn Brucerdî,  Endamê Komîsyona  Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, roja duşemiyê li civîna rojnamevaniyê tev medyayê dervey sînorî, bal kişand  ser vê yekê ku welatên  rojavayê henekê xwe bi mafên mirovan dikin û got: Gelê Emerîkayê û welatên ewrûpî ji ber reftara hakimên xwe li hember mafên mirovan baweriya  xwe li wan naynin.

Brucerdî bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka li navça rojava Asiyayê  agir şêr gur dike û got: Waşengton bi xerca sed milyar dularî û xisarên zêde  yên artêşa xwe li şerê navçê işkerst xawriye.

Endamê Komîsyona  Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, got ku  dawiya qeyranê li navçê hema işkest û jinavçûyîna  Rejîma Siyonsîtî ye.

Brucerdî her wiha  bal kişand  ser piştrsatkirina kuştina  Xaşuqçî ji aliyê dewleta Erebistanê û muhafizekariya Emerîkayê li vê barêşermezar kir.

Rejîma  Siûdî roja şemiyê serê axir piştî 18 rojan mirina  Cemal Xaşuqçî li nav konsûlxana  Erebistanê li Stembola Tirkiyê piştrast kir lê îdia kir ku ew ji ber pevçûna bi kesekî re hatiye kuştin.

Başa dön tuşu