Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, çawaniya reftara Emerîkayê û welatên ewrûpî bi dosiya kuştina Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Alê Siûd re û sersariya li hember kuştina bi hezaran kesan li Yemenê ji aliyê Rejîma Siûdî wek paradokseke bi xof da zanîn.
Elaedîn Brucerdî, Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, roja duşemiyê li civîna rojnamevaniyê tev medyayê dervey sînorî, bal kişand ser vê yekê ku welatên rojavayê henekê xwe bi mafên mirovan dikin û got: Gelê Emerîkayê û welatên ewrûpî ji ber reftara hakimên xwe li hember mafên mirovan baweriya xwe li wan naynin.
Brucerdî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka li navça rojava Asiyayê agir şêr gur dike û got: Waşengton bi xerca sed milyar dularî û xisarên zêde yên artêşa xwe li şerê navçê işkerst xawriye.
Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, got ku dawiya qeyranê li navçê hema işkest û jinavçûyîna Rejîma Siyonsîtî ye.
Brucerdî her wiha bal kişand ser piştrsatkirina kuştina Xaşuqçî ji aliyê dewleta Erebistanê û muhafizekariya Emerîkayê li vê barêşermezar kir.
Rejîma Siûdî roja şemiyê serê axir piştî 18 rojan mirina Cemal Xaşuqçî li nav konsûlxana Erebistanê li Stembola Tirkiyê piştrast kir lê îdia kir ku ew ji ber pevçûna bi kesekî re hatiye kuştin.