IraqNûçeRojhilatanavin

Elawî: Kurdistan beşek ji axa Iraqê ye

Cîgirê serokoamrê Iraqê got: Kurdistan beşek ji Iraqê ye û serokên sê saziyên vî welatî li civîna vê dawiyê digel serokên fraksiyonên siyasî li hev kirin ku hilbijartina herêmî bê rawestandin.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya ISNA`yê, Eyad Elawî cîgirê serokomarê Iraqê li civîneke digel nûçegihanan li Bexdayê got: Biryar hat dayîn ku hilbijartina herêmî hevdem digel hilbijartina parlimanî bê lidarxistin.

Eyad Elawî cîgirê serokomarê Iraqê ji Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê jî xwest ku şert û mercên vegeriyana awareyan bo deverên azadbûyî dabîn bike.

Vê dawiyê Emar Hekîm serokê Hevpeymaniya Neteweyiya Iraqê ji Elawî xwestibû ku li warê kêmkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê tevbigere.

Cîgirê serokomarê Irqê her wiha ragihand: Ez ê Serokatiya taximeke hevpeymaniya El Weteniyê ji bo sefera bo Hewlêrê ji bo hevdîtina digel Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê bigirim ustiyê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu