IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya ayetullah Sîstanî li ser hişmendiya hêzên iraqî

Merceyê qedirgiran ê şîeyên Iraqê, li ser hişmendiya hêzên iraqê li dema operasyona azadkirina Mûsilê sekinî.

Li gorî rapora şemiyê bi şev a Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, ji zarê kanala televîzyonî ya Sûmêriye News`ê, Ayetullah Sîstanî, merceyê giranqedr ê şîeyên Iraqê, serketinên hêzên iraqî li hember koma terorîst a DAIŞ`ê li Mûsilê pîroz kir û ew ber bi dewama serketinan û piştgiriya ji kesên sivîl ve vexwend.

Herwiha di encama operasyona hêza hewayî ya artêşa Iraqê li navçeya Telkîfê ya mêhwera bakûrî ya Mûsilê de, serkirdeyekî sereke yê DAIŞ`ê yanî alîkarê waliyê Mûsil yê vê grûpa terorîstî, hate kuştin.

Di eynî demê de serbazekî iraqî, mirovkujê koma terorîstî a DAIŞ`ê li halê ku dixwest ciwanekî nûgîhan li bajarê Mûsilê serjê bike, bi derba gullan kuşt.

Li gorî nûçeyeka din a ji Iraqê ji zarê kanala libnanî ya El Meyadînê, endamên koma terorîst a DAIŞ`ê,  300 kes ji xelkê gundên nêzîkî navçeya El Şûre ya li başûrê Mûsilê, berî azadkirina van gundan, revandin.

Koma terorîst a DAIŞ`ê, herwiha 15 kes ji xortên gundên navçeya Humam El Elîlê li başûrê Mûsilê îdam kirin.

Bi destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê ji duşemiya buhurî ve, hêzên iraqî li hember DAIŞ`ê, serketinên berbiçav bi dest xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu