ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Elêksandir Şîn: Hebûna Îranê li Sûriyê qanûnî ye

Elêksandir Şîn, balyozê Rûsiyê li erdên dagirbûyî Duşemiyê bi şev got: Hebûna Îranê li Sûriyê qanûnî ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Balyozê Rûsiyê li erdên dagirbûyî li gotûbêja bi kanala 10 ya Rêjîma Siyonîst tevî pêgiirya li ser vê yekê ku hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê tam qanûnî û li gorî bingeh û qanûnên Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) ye, her wiha got: Em niakrin Îranê neçar bikin ku ji Sûriyê derkeve.

Elêksandir Şîn destnîşan kir: Daxwaza berdewama Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Israîlê ji bo pêwîstiya derketina hêzên îranî û hevpeymanên wî welatî ji Sûriyê daxwazeka nerastbînane ye.

Wîktorif got: Îraniyan roleka gellek girîng li çarçova hewildanên hevpar ji bo jinavbirina têrorîsmê li Sûriyê hene, lewma daxwaza Til AQvîvê ji bo derketina hêzên biyanî ji Sûriyê mijarek e  ku ne li gorî rastiyê ye.

Başa dön tuşu