Elî Ekber Salihî: Bêguman destpêkirina muzakirên rêketina navokî bi wêdedanîna vê siyasetê û guhertina rêbaza Emerîkayê destpê bû
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî bal kişand ser şaşbûna siyaseta dewleta Emerîkayê û hilêxistina mijara zengînkirina sifrê, ev mijara weke dubarekirina şaştiyên berê da zanîn.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî, roja îniyê li civîna Oslo Fromê li Norvejê bal kişand ser hewldana ji bo rawesandina zengînkirina uranyomê ji aliyê Îranê û destnîşan kir: Bêguman destpêkirina muzakirên rêketina navokî bi wêdedanîna vê siyasetê û guhertina rêbaza Eemrîkayê destpê bû.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî herwiha berteka tund a civaka cîhanî li hemberî biryarên nemaqûl û pûç û bêbingeh ên Emnerîkayê tam eşkere nirxand û got: Ger Yekitiya Ewrûpayê û welatên din ên alîgirê rêketina navokî di dema pêdivî, dijberiya xwe ya praktîkî li hember siyasetên Emerîkayê nîşan nedin, navçe û cîhan dê rastî bêserûberiyê were.
Wî her wiha li vê civînê ser pêwîstiya gotûbêja navçeyî navbera aktorên sereke sekinî û li bara amadetiya Îranê jbo fehmkirina dualî û çareserkirina qeyranên navçeyî ji riya gotûbêjê xeber da.
Salihî roja duşemiyê bi taximekê re ji bo beşdariya li civîna Slofiromê sefera Norvejê kir.