CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Ekber Salihî: Bêguman destpêkirina muzakirên  rêketina navokî bi wêdedanîna  vê siyasetê û guhertina  rêbaza Emerîkayê destpê bû

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî bal kişand ser şaşbûna siyaseta dewleta Emerîkayê û hilêxistina mijara zengînkirina sifrê, ev mijara weke dubarekirina şaştiyên berê da zanîn.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî, roja îniyê li civîna Oslo Fromê li Norvejê bal kişand ser hewldana ji bo rawesandina zengînkirina uranyomê ji aliyê Îranê û  destnîşan kir: Bêguman destpêkirina muzakirên  rêketina navokî bi wêdedanîna  vê siyasetê û guhertina  rêbaza Eemrîkayê destpê bû.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Elî Ekber Salihî herwiha  berteka tund a civaka  cîhanî li hemberî biryarên  nemaqûl û pûç û bêbingeh ên Emnerîkayê tam eşkere nirxand û got: Ger Yekitiya Ewrûpayê û welatên din ên  alîgirê  rêketina navokî di dema pêdivî, dijberiya xwe ya praktîkî li hember siyasetên Emerîkayê nîşan nedin, navçe û cîhan dê rastî bêserûberiyê were.

Wî her wiha li vê civînê ser pêwîstiya gotûbêja navçeyî navbera aktorên  sereke sekinî û li bara amadetiya  Îranê jbo fehmkirina  dualî û çareserkirina qeyranên navçeyî ji riya gotûbêjê xeber da.

Salihî roja duşemiyê bi taximekê re ji bo beşdariya li civîna  Slofiromê sefera Norvejê kir.

Başa dön tuşu