Elî Ekber Salihî: Çendalîxwazî ketiye berêrişên cidî yên Emerîkayê
Elî Ekber Salihî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li civîna wezîrên zanist û teknolojiyê yên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê li Viyenê, bal kişand ser vê yekê ku cîhan di qonaxeke hestyar de ye û got: Çendalîxwazî ketiye berêrişên cidî yên Emerîkayê û êrişkeke bi vî rengî li du salên buhurî li dijî hewldanên çendalî û qayîde û qirarên li gor erfa navneteweyî, bi talûke ye.
Salihî pêşniyara pêkanîna komeke hevkariyê û parvekirina lêzanînan bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê da û destnîşan kir: Ev koma dikare wek amûreke pêkan be bona cihanîn hevcetiyên welatên endamê NATO`yê ji ber jordebirina hevkariya navokî li warên curbicur girîngiya xwe hebe.
Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bal kişand ser hewldanên Komara Îslamî ya Îranê bona derbasbûna ji ardûyê fosîlî bo ardûyê paqij û got: Pêvajoya pêşketina ku Îranê heya niha li warê zanist û teknolojiya navokî hebûye, dikare li salên tê mizîgîna pêşketinên giringtir be.
Salihî her wiha amadetiya Îranê bona guhestina ezmûn û destkewtên xwe li warê enerjiya navokî bo welatên endam bi taybet welatên cîran, raghand.
Konferansa sê rojî ya wezîrên zanist û teknolojiyê yên Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja çarşemiyê li Viyenê xebata xwe destpê kir.