ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Ekber Salihî: Rêketinnama Navokî, mînaka eşkere ya vê yekê ya ku emerîkî yê  baweriyê nînin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê destnîşan kir: Ger hewceyî bi vegera bi rewşa berê hebe, Îran dê pêvajoya zengînkirina oranyomê ya di asta sedî 20`ê li navenda Fordoyê di çar rojan de destpê bike.

 Elî Ekber Salihî, roja yekşemiyê li gotûbêja bi IRIB Newsê, got: Ger rêketinnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê li hev bikeve û Komara Îslamî ya Îranê li gor biryara  rayedarên  xwe yên pilebilind bixweze vegere rewşa berê, dê vî karî bi awayekî herî baş bike.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha  li barabêbaweriya li dijminên Inqilaba Îslamî ya Îranê bi taybet Emerîkayê jî got: Rêketinnama Navokî, mînaka eşkere ya vê yekê ya ku emerîkî yê  baweriyê nînin.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Her wiha rexmîna kiryara muhtemel a Donald Trump ya dirêjkirina  rawestandina boykotan an derketina ji rêketinnama navokî pir  zehmet da zanîn û destnîşan kir: Her tiştek ku biqewime, Komara Îslamî ya Îranê, sinaryoyên  curbicur ji bo her bûyerê dîzayn kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu