Genel

Elî Ekber Welayetî: Projeya Amerîka û siyonîstan li herêma Rojhilat Navîn têk çû û bi ser neket

Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê İmam Elî Xamaneyî di kombûna xwe li gel Welîd El Muelîm de diyar kir ku ew piştgîriya hikumeta Sûriyê dike û got,, piştî bidawîbûna şerê DAIŞê divê hemû axa Sûriyeyê bikeve bin kontrola hikûmetê û hêzên wê yên çekdar.

Welayetî herwiha ji bo serkeftina artêşa Sûriye ya li Dêra Zorê pirozbahî li Muelîm kir û got ku projeya Amerîka û siyonîstan li herêma Rojhilat Navîn têk çû û bi ser neket.

Hêjayî gotinê ye ku Elî Ekber Welayetî beriya ku biçe serdana Şamê, li Beyrûtêi paytexta Lubnanê anîbû ziman, ku dê bajarê Reqayê têkeve bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyeyê û gotibû, Artêşa Sûriyeyê û hevpeymnanên wê dê berê xwe bidin Reqayê û rojhilatê Firatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu