ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Ekber Wilayetî: Ewrûpî li mijara rêketina navokî divê erkên xwe cih bînin û Emerîkayê jî neçar bikin dev ji xirabkariyê berde

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî got: Ewrûpî li mijara rêketina navokî divê erkên xwe cih bînin û Emerîkayê jî neçar bikin dev ji xirabkariyê berde.

Elî Ekber wilayetî, Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî roja çarşemiyê li nava koma nûçegîhanan, bal kişand ser derketina Emerîkayê ji rêketina navokî li 8 Gulana 2018`an  û diyar kir: Îranê şertên xwe ji bo dewama mayîna li rêketina navokî raghandiye û qet  bêyî şertên xwe dewama rêketina navokî qebûl nake.

Wilayetî her wiha bal kişand ser derketina Emerîkayê ji Konseya mafên mirovan ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û got: Emerîka li mijara  mafên mirovan  wek amûreke siyasî dinêre ku ger ser qeznaca hikûmta wan be, têde dimîne  û ger nebe, jê vediqete.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî bal kişand ser zêde ji sê salan êrişa hevalbendiya  destdirêjkirê siûdî ser Yemenê û got: Tevî van êrişan, îro hêzên yemenî ji berê bihêztir in û siûdî, Îmaratî bi dayîna  xisarên zêde, neçar mane  paşde vekişin.

Başa dön tuşu