Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî got: Ewrûpî li mijara rêketina navokî divê erkên xwe cih bînin û Emerîkayê jî neçar bikin dev ji xirabkariyê berde.
Elî Ekber wilayetî, Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî roja çarşemiyê li nava koma nûçegîhanan, bal kişand ser derketina Emerîkayê ji rêketina navokî li 8 Gulana 2018`an û diyar kir: Îranê şertên xwe ji bo dewama mayîna li rêketina navokî raghandiye û qet bêyî şertên xwe dewama rêketina navokî qebûl nake.
Wilayetî her wiha bal kişand ser derketina Emerîkayê ji Konseya mafên mirovan ên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û got: Emerîka li mijara mafên mirovan wek amûreke siyasî dinêre ku ger ser qeznaca hikûmta wan be, têde dimîne û ger nebe, jê vediqete.
Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî bal kişand ser zêde ji sê salan êrişa hevalbendiya destdirêjkirê siûdî ser Yemenê û got: Tevî van êrişan, îro hêzên yemenî ji berê bihêztir in û siûdî, Îmaratî bi dayîna xisarên zêde, neçar mane paşde vekişin.