EwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî: Iraq nahêle ku welatên din xwe tevlî karûbarê welatê me bikin, çûnku serweriya neteweyî ji me re cixîza sor e

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser pêşveçûnên lezgîn ên artê û hêzên gelanî yên Iraqê li Mûsilê û got ku Iraq nahêle ku welatên din xwe tevlî karûbarê welatê me bikin, çûnku serweriya neteweyî ji me re cixîza sor e.

Ajansa ISNA`yê ragihand ku wezîrê karên derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî li press konferansa hevpar tev wezîrê karên derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier li Berlînê de got: Hevkariya hêzên me yên çekdar bi hev re û herwiha hevkariya xelkê Mûsilê bi wan re ser pêşketina lezgîn a hêzên Iraqê pir bi bandor bûye û hêzên me lezgîn tir ji wê astê ku me fikra wê dikir pêşve çûn û vê pêşveçûna xwe berdewam dikin.

Ceferî got: Ji despêka operasiyona azadkirina Mûsilê heya niha zêde ji 1700 DAIŞ`î hatine kuştin û zêde ji 650 wesayîtên wan ên bombebarkirî jî îmha bûne û zêde ji sê-yekek ji axa parêzgeha Neynewayê azad bûye û Iraq niha xwe ji bo qonaxa piştî azadiya Mûsilê amade dike û bernamê datîne.

Ceferî herwiha ji Almanyayê xwest ku piştgiriya xwe ji Iraqê zêde bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu