ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Laricanî: Amerîka di dorpêçan de negihîşt armanca xwe

Berdevkê Parlamena Îranê Alî Laricanî da xuyakirin ku Amerîka bi polîtîkayên xwe yên dorpêçan bi ser Rûsya û Îranê de negihîştiye armanca xwe.

Laricanî ji rojnamevanan re ragihand, “Amerîkaya ku dorpêçan bi ser Îran û Rûsyayê de disepîne û dixwaze bi vî awayî hêza xwe nîşan bide, ti tiştek bi dest nexist. Rûsya û Îranê bi peymanên xwe û kordîneya çalakiyên xwe di îstiqrara herêmê de roleke mezin lîstin.”

Laricanî bal kişand ser ku ew wek Îran û Rûsya li dijî terorî hevkariyeke xurt pêk tînin û encamên vê jî li Sûriye û Iraqê xwe nîşan dane ku ew dê vê xeta xwe berdewam bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu