AsyaCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî: “Amerîka û Rêjîma Israîlê sedema alozkirina ewlehîya cîhanê ne”

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê pirsgirêkên cîhanê encama yekalîtîya Amerîkayê da zanîn û xwest ku hemî welatên cîhanê li hemberî kiryarên bi vî rengî yên derveyî destûrê û yekalîtîyê bibin yek.

Elî Larîcanî, Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê îro di sêyemîn civîna Meclisên Welatên endamê Yekîtiya Ewrasyayê li şarê Antaliya yê Tirkîyê got: “Amerîka û Rêjîma Israîlê sedema alozkirina ewlehîya cîhanê ne û kiryarên yekalî yên li hemberî meseleyên navnetewî bûne sedema pirsgirêkên berfire li civaka navnetewî”.

Larîcanî herwiha got: “Vekişîna nedestûrî ya ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, ragihandina Qudsê wek paytexta rêjîmeka narewa, vekişîna ji Peymana Av û Hewayê ya Parîsê û lihevxistina pergala xeracê ya ticareta cîhanî ji wan karên gêrsaz ên Amerîkayê li cîhanê ne”.

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser plana amerîkî ya Danûstandina Sedsalê û got: “Dewleta Trump bi şêwazên nemirovane dil heye gelê Fiilstînê ji jîyana li warê xwe biparê bike ku wê negihîje encamê”.

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê li pişkeke axavtina xwe bal kişand ser qeyrana Sûrîyê û got: “Hevkarîya Îran, Tirkîye û Ûrsêtê ji bo serûberkirina rewşa Sûrîyê, hewildaneke herêmî ji bo têkoşîna dijî têrorîsm û tundrewîyê û alîkarîya ji bo gel û dewleta Sûrîyê ye”.

Larîcanî derbarê rewşa Yemenê de jî got: “Îran ji NY û welatên bibandor derheq qeyrana Yemenê dixwaze dewsa dayîna biryarnamên kêmbandor, hewildanên xwe ji bo rawestandina êrişan û parastina can, mal û ewlehîya sivîlan bi kar bînin”.

Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê herwha pêgirî kir: “Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna li hemberî pirsgirêkan û yekalîtîyê, hevkarîya Meclisên Ewrasyayê zêdetir ji berê pêwîst dizane.

Sêyemîn Civîna Meclisên Welatên endamê Yekîtiya Ewrasyayê îro bi pişkdarîya serok û parlimantyerên 40 welatên ewropî û asyayî ji wan ên Îranê li Tirkîyê destpê bû.

Başa dön tuşu