Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê jî li peyamekê bi boneya koça dawîyê ya ayetulah Haşimî-refsencanî dost û hevrêyê dêrîn ê îmam Xumêynî (RE) û rîberî inqilabê sersaxî da.
Di peyama Larîcanî da hatîye: Birêvebirina dewletê, di wan salên şer û alozîyê da berpirsîyekî giran bû ku ayetulah Haşimî bi moralekî xurt û wêrekîyê da ser milê xwe û fermandarîya meydanên şêrr di bin givaşa serbazî û boykotên dijminan ji wan karên zehmet bû ku qaremanekî wek Haşimî dikarî bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)