ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Laricanî dîsa bû Serokê Meclisa Îranê

Elî Laricanî di hilbijartinên sala çarem a vê dewra Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de dîsa weke Serokê vê meclisê hat hilbijartin.

Duh ji 274 dengên parlementerên Îranê, Elî Laricanî 155 deng bi dest xistin û bû serokê  Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê û berbijêrê Fraksiyona Hêvî Mihemed Reza Arif jî 105 deng bi dest xistine.

Elî Laricanî piştî ku dengê piraniya parlementeran bi dest xist, got: “Ez sipasiya we dikim, hêvî dikim ku îsal ku pêş me ye, bi piştevanî û hewla we em bikarin pirsgirêk û arîşeyên giring ên li pêşiya me çareser bikin.”

Serokê  Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha hêviya xwe anî ziman ku pirsgirêkên aborî yên xelkê Îranê werin çareserkirin û herwiha mijarên herêmî û navdewletî yên Îranê, bigihin armanca xwe.

Dema her dewreke  Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê çar sal e û li gor peyrewa navxweyî ya meclisa Îranê, her sal Desteyeke nû ya Serokatiyê tê hilbijartin.

Başa dön tuşu