Elî Larîcanî roja duşemiyê li civîna meclisa şêwra Îslamî ya Îranê ji beşdariya bi coş a gelê Îranê li meşa 22 Behmenê spasî kir û got: Beşdariya bi coş a gelê Îranê li meşa 22 Behmenê ji bo amerîkiyan ev peyma hebû ku ew divê bizanibin ku tu carî nikarin li karûbarên navxweyî yên gelê Îranê mudaxilê bikin.
Serokê meclisa Îranê destnîşan kir. Ev beşdariya cardinê nîşan da ku gelê Îranê tim bi hişmendî li gişt meydanên hestyar de rawestane.
Meşa 22 Behmenê li 39 mîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê hevgav li Têhranê û zêde ji hezar bajêr û çar hezar gundan li serasnerê Îrana Îslamî hat lidarxistin.