AborîAsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Larîcanî hat Tirkiye yê

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê, Elî Larîcanî roja Duşemiyê beriya sefera bo Tirkiyê armanca beşdariya li civîna parlimanên welatên endamê Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê balkişandin û hûrbûna li ser geşepêdana welatên anvçeyê û danşstandinên ticarî navbera welatan da zanîn.

Larîcanî her wiha got: navçeya Ewrasyayê ji wan navçeyan e ku divê were berçavgirtin û hevdengiya navbera Îran û Rûsiyê li warê berfirehkirina hevkariyê jî li vê çarçovê ye.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê axaftina li civîna parlimanên endamê Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê, hevdîtina bi serokê parlimana Tirkiyê û hin serokparlimanên welatên beşdar li vê civînê ji bernameyên sefera xwe bo Antalyayê da zanîn.

Rêûrisma destpêbûna fermî ya sêyemîn civîna parlimanên welatên endamê Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê bi amadebûna 20 kes ji serokparliman û hin desteyên pêkhatî ji rayedarên parlimanî yên 17 welatên asyayî û ewropî sibe anku Sêşemiyê bi axaftina serokê Meclisa Neteweyî ya Tirkiyê dê were lidarxistin.

Her wiha daxûyaniya dawiyêya civîna parliamên welatên endamê Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê sibe danê êvarê dê were weşandin.

Dora yekem û duyem a civîna parlimanên welatên endamê Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê li Koreya Başûr û Moksoyê hatin lidarxistin.

Başa dön tuşu