ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Kuştina 7 kirêgirtîyên siûdî li parêzgeha Teizê li Yemenê

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê duh danê êvarê 6 kirêgirtîyên siûdî li devera Meklelê û kirêgirtîyek jî li devera Sale li parêzgeha Teizê kuştin.

Li gorî rapora Fars News`ê, hêzên yemenî herwiha êrişa kirêgirtîyên siûdî li deverên Tebîşe, Herem û Sedê bêencam kirin.

Komîteyên gelanî yên Yemenê jî bi daxûyanîyekê ragihandin ku mûşekên Balêstîk ên Yemenê dikarin ji sîstema berevanîya mûşekî ya herî pêşketî ya Patiryotê ya Erebistanê derbas bibin.

Mûşekên Balêstîk ên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê wisa hatine teyarkirinê ku sîstemên mûşekî yên nifşa sêyem ên Patiryotê yên bi navê Back-3 nikarin wan bişopînin.

Patiryot yek ji mertalên mûşekî yên herî pêşketî yên Amerîkayê ye ku vî welatî di sala 2016`an da Erebistan bi wan teyar kir.

Çavkanîyên yemenî ragihandin ku bêencamkirina vê sîstema berevanîya mûşekî destkevteke mezin jibo artêşa Yemenê li şerê li hemberî Rêjîma Sîyonîst e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu