ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Necefî Xuşrevî: Boykotên dijî Îranê dixwazin kirrîna nifta Îranê kêm bikin

Berdevkê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê qahîmbûna peywendiyên navbera Îranê û cîhanê piştî derketina Amerîka ji nav rêketina navokî tiştekî pêwîst zanî.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Necefî Xuşrevî berdevkê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê duh yekşemê piştî kutahiya civîna vê komîsiyonê ragihand ku li vê civîna komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê tev baylozên welêt li Tirkiyê, KomaraAzerbaycanê, Tirkimenistanê, Kûba, Venoziêla,Sûriyê ûserkunsûlê Îranê li Istanbûlê li bara peywendiyên di navbera Têhranê tev van welatan û alûgorên navçeyî û navnetewî hate axivtin.

Piştî derketina yekalî û neqanûnî ya Amerîka jinavrêketina navokî, Waşîngtonê ji welatên cîhanê xwestiye ku nifta îranê nekirrin yan ji ber boykotên dijî Îranê kirrîna nifta Îranê kêm bikin.

Eva li halekê ye ku gelek ji welatên cîhanêbilî mehkûmkirina derketina Amerîka ji nav rêketina navokî, ev xwesteka Amerîka ya nekirrîna nifta Îranê ret kirine.

Başa dön tuşu