ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Şemixanî: Plana dijmin a êrişa ser komavahîyên niftê yên Eselûyê hat pûçkirinê

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara islamî ya Îranê ragihand ku plana dijmin a jibo êrişa ser komavahîyên niftê yên Eselûyê li başûra welêt hat pûçkirinê.

Elî Şemixanî Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Komara islamî ya Îranê amajeyî hewildana hin ajawegêran jibo êrişa ser komavahîyên niftê yên Eselûyê li başûra welêt kir û got: Plana êrişa ser Eselûyê ji hêla dijminan ve hatibû darêştin.

Şemixanî herwiha got: Wer xûya dike ku dijminan dil hebûn bi êrişa ser komavahîyên niftê yên Eselûyê tola êrişa hêzên gelanî yên yemenî ya bi balafirên bêfirokevan ser palavgehên Aramco yên Erebistanê hilînin.

Berî vîya jî Berdevkê Dewleta Komara islamî ya Îranê Elî Rebîyî basa hewildana dijmin jibo teqandina borîya niftê ya Eselûyê û plankarîya jibo êrişa ser navendên hestyar ên telekomê li Şîrazê û hin navendên leşkerî yên Îranê kiribû.

Başa dön tuşu