IraqNûçeRojhilatanavin

Tekîda ser derketina eskerên Tirkiyê ji nav axa Iraqê

Cîgirê serokê hêzên gelanî yên Iraqê(Heşda Şeibî) ser derketina eskerên Tirkiyê ji nav axa Iraqê sekinî.

Ebû Mêhdî El-Muhendês  li gotûbêja xwe ya îro pêncşemê tev IRNA`yê, li bara hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Iraqê got: Enqere van rojana bi dû viyaye ku vê kirîzê çareser bike û sefera vê dûmahîkê yê Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê bo Bexdayê jî hema li vê çarçîvê bû.

Wî hêviya xwe daye diyarkirin ku Tirkiye rêz û hurmeta axa Iraqê û peywendiyên dîrokî yên du welatan ragire û hêzên xwe ji nav axa Iraqê derxwîne.

Wî got: Li pêşerojekî nêzîd da hêzên iraqî dê li bara çawaniya derxistina hêzên eskerî yên Tirkiyê ji nav axa xwe biryarekî pêwîst bigrin.

Tirkiyê li kutahiya sala 2015 bi sedan hêzên eskeriye xwe bêyî îzna Bexdayê û bi curekî ne qanûnî şande nav axa Iraqê û li navendekê li derûdora Beşîqê li bakûra Iraqê mustewer kir û îdia kir ku hedefa wan perwerdekirina hêzên pêşmerge yên herêma Kurdistana Iraqê û xebata dijî terorîstane.

Ji wê çaxê şûnda bi caran karbidestên iraqî ji Tirkiyê xwestin ku hêzên xwe ji nav axa vî welatî derxwîne û Enqerê li vê barê tu bersivek nedaye Bexdayê û peywendiyên siyasî yên navbera du welatan aloz bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu