IraqNûçeRojhilatanavin

Seid Hedîsî: Paşeroj û çarenivîsa Iraqê ne di destê bereyekê yan aliyekî de ye, tevahiya iraqiyan biryarê li ser çarenivîsa Iraqê didin

Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê Seid Hedîsî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, wan daxwaza diyaloga cidî û zelal kirine. Hadîsî got, ku ji bo wê yekê jî divê pişta xwe bi destûrê ve girêbidin, ku bi awayekî yekparçeyîya axa Iraqê were parastin û derfet ji bo lihevkirina niştimanî hebe.

Hedîsî da xuyakirin ku paşeroj û çarenivîsa Iraqê ne di destê bereyekê yan aliyekî de ye, tevahiya iraqiyan biryarê li ser çarenivîsa Iraqê didin.

Hadîsî got: “Madeya yekem ya destûrê Iraqê jî bi zelalî ev yek eşkere kiriye ku Iraq dewleteke federalî ye û destûr garantiya parastina yekparçeyîya axa wê ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu