ÎranNûçeRojhilatanavin

Elîekber Salihî: Dijmin tu wexta naxwazin ku welatên islamî ji wan Îran li pêş bikevin

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê di hemî warên navokî da dikare plandarêjîyê bike.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê Elîekber Salihî di hevpeyvîna taybet a digel Kanala Al Mayadeenê da derbarê çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê da bi gotina vê yekê ku Îran di hemî warên navokî da dikare plandarêjîyê bike ne tenê di warê muhendisîya bilekis da, ragihand ku Îran dikare alîyekî gotûbêja digel zanyarên welatên herêmê yên mînanî Erebistan, Imarat, Kuweyt û Iraqê be.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir ku Têhran dikare reaktorên curbicur ên lêkolînê saz bike û got: Heke her welatekî islamî bixwaze reaktorên lêkolînê saz bike, Komara Islamî ya Îranê dikare alîkarîyê bidê.

Salihî herwiha got: Îranê di warê navokî da gellek ezmûn hene ku dikare bide ber destê welatên islamî.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê bal kişand ser berbendçêkirin û tawanbarkirina Îranê ji ber bernama navokî ya biaştî ji hêla dijminan ve û got: Dijmin tu wexta naxwazin ku welatên islamî ji wan Îran li pêş bikevin.

Wî herwiha got: Welatên rojavayî ji 40 salan berî niha va hewil dane ku pêşîya pêşketina Îranê bigirin lê, qet nekarîne.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê herwiha bal kişand ser pêbendîya Îranê li Rêketinama Atomî û got: Ewrûpî jî divê wekî Îranê hemî sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî ya digel Îranê da cih bînin.

Salihî herwiha got ku heke ewrûpî bixwazin di warê hevkarîyê da sistîyê bikin, Komara Islamî ya Îranê bijareyên curbicur hene.

Başa dön tuşu