IraqNûçeRojhilatanavin

Ellawî: Daişê hewl dide hevpeymanîyekê digel Qaîdê pêk bîne

Cîgirê serok komarê Îraqê ragîhand; rêxistina terorîstîya Daişê hewl dide digel rêxistina Qaîde hevpeymanîyekê pêk bîne.

Eyad Ellawî bo ajansa Royterz got: piştî lawazbûna wan li Îraqê û bi taybetî li Mûsilê, rêxistina Daişê danustandinan digel Qaîde dike û dixwaze hevpeymanîyekê di gel da pêk bîne.

Xuya jî kir,sala 2014 Daişê ji Qaîde cuda bûye û niha dixwaze hevpeymanîyê digel da bike û got: danustandin di navbera nûnerên Ebu Bekir Bexdadî, xelîfê Daişê û Eymen Zewahirî serokê Qaîde da tên kirin.

Got jî: terorîstên Daişê bi sanahî ji axa Îraqê dernakevin, belku dê her şaneyên razayî hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu