ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îran û Iraqê rêketinama mêkanîzma dayîn û istandina dirêv wajo kirin

Serokên Bankên Navendî yên Îran û Iraqê rêketinama mêkanîzma dayîn û istandina dirêv wajo kirin.

Serokên Bankên Navendî yên Îran û Iraqê duh rêketinama mêkanîzma dayîn û istandina dirêv li Bexdayê wajo kirin.

Ew mêkamîzma fînansî çawanîya dayîna diravê ceryan û gaza ku Îran difiroşe Iraqê û herwiha kelûpelên sereke digire ber xwe.

Ew mêkanîzma darayîyê ji hêla Serokên Bankên Navendî yên Îran û Iraqê Evdilnasir Himetî û Elî Elaq ve li Hotel Al Rasih a Bexdayê hat wajokirinê.

Serokê Banka Navendî ya Komara Islamî ya Îranê Evdilnasir Himetî duh danê êvarê gihîşt Bexdayê û ji hêla hevtûşê xwe yê iraqî Elî Elaq va hat pêşwazîkirinê.

Himetî li balafirgeha Bexdayê got ku seredana wî ya welatê dost û bira bi armanca hevdîtina digel berpirsên vî welatî û muzakireya derbarê rewşa herî dawîyê ya hevkarîyên dualî pêk hatîye.

Serokê Banka Navendî ya Komara Islamî ya Îranê di vê seredana durojî da bilî hevdîtina digel berpirs û çalakên aborî yên Iraqê, dê bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re jî hevdîtinê pêk bîne.

Başa dön tuşu