IraqNûçeRojhilatanavin

Em zêdegaviyên Tirkiyê qebûl nakin

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku ew ti zêdegaviyeke Tirkiyê li ser axa xwe qebûl nakin.

Li gor beyannameyeke ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di peywendiyeke telefonî de pêşhateyên dawî gotûbêj kirine bi taybetî serweriya axa Iraqê û hebûna terorîstên PKKê li Herêma Kurdistanê.

Heyder Ebadî di qisedanê gotiye: “Hêzên me tevahiya axa Iraqê kontrol dikin û di dema serdana Mûsilê de jî min ferman daye hêzên Iraqê ku rê li hemû çekdarekî biyanî bigirin. Evna jî hat kirin, niha sînor ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin û em hemû zêdegaviyeke Tirkiyê li ser axa xwe red dikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu