Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê li xutbên nimêja Cejna Qurbanê li Bexdayê ji Amerîkayê xwest ku sîyasetên xwe yên li hemberî Amerîkayê li ber çavan re derbas bike.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Emar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê zêdebûna şêrr û kavilkarîyê li Rojhilata Navînê wekî tenha encama sîayseta gef û boykotkirinê zanî û got: Heke Komara Islamî ya Îranê ji ber Amerîkayê bikeve ber pirsgirêkan, xeyala wê yekê ku Iraq nekeve ber bayê wan pirsgirêkan, wê dijwar be.
erokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê ragihand ku iraqî û îranî ji hêla erdnigarî û çandê va bi hev ra girêdayî ne û got: Em boykotên aborîyê yên zalimane li hemberî gelan ret dikin û em dizanin û rê nadin ku berjewendîyên Iraqê bikevin ber xeterê.
Bilî vîya, kom û bereyên sîyasî yên iraqî di hefteyên buhurî de li daxûyanîyên cida tevî nîşandayîna nerazîbûna xwe li hemberî kiryarên Amerîkayê yên li dijî Îranê, pêgirî li ser piştgirîya gelê Iraqê ji gelê Îranê kirine.