İslami Davet Kurdi Bange İslami

Emar Hekîm: Em destdirêjiya ser qanûnê qebûl nakin

Serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê tevî redkirina rûdawên ku şemiya bihurî li Bexdayê qewimîn û hezaran kes ketine nav parlemanê got; Ev kara bona jinavbirina îqtidara hikûmetê û destdirêjiya dijî qanûna bingehîn a Iraqê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Emar Hekîm, serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê destnîşan kir ku pêwîst e her cure kiryareke dijî qanûna bingehîn li nav Iraqê bê rawestandin û îzn neyê dayîn ku desthata netewekê ji bo xêr û qazanca şexsî bê destederkirin

Hekîm bal kişande ser viya ku gelê Iraqê bona dêmokrasî, azadî û qanûnê gelek berdêl û xwîn daye û destnîşan kir; Destdirêjiya ser saziya qanûndanînê destdirêjiya ser hikûmetê ye û diyarkirina nerezamendiyê nayê vê wateyê ku kesek dest bi kavilkirina sazî û navendên îdarî bike. Wî bal kişande ser viya ku ew nêhrînên ku hizr dikin pê tevlihevî û kavilkirinê dikarin bigêhjin rêforman, şaşitiyek mezin da zanîn û got: Riya rêforman û pêkanîna dewleta Iraqê gelek dijwar e û pêwîst e hemû alîkariyê bikin ku dewleteke reformxwaz pêk were ne ku dest bi kaviliyê bikin. Serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê ji serokwezîrê vî welatî jî xwest ku pêngavên pêwîst û lezgîn ji bo cihanîna rêforman li vî welatî rabike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version