IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê di navbera polîsê federal û DAIŞê de şer derket; 4 kes hatin kuştin

Li Kerkûkê di navbera polîsê federal û çekdarên DAIŞê de şer derket û di encamê de 3 jê çekdarên DAIŞê 4 kes hatin kuştin.

Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê di navbera polîs federal û çekdarên DAIŞê de şer derket. Li gor agahiyên berdest di encama wî şerî de 3 çekdarê DAIŞê û polîsek hatin kuştin.

Herwiha li devera Bexda di êrişeke bombeyî de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn.

Başa dön tuşu